Êşkence û tecrîd li ser girtiyên li Marmarayê tê kirin

Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Rapora Binpêkirinên Mafan a 3 Mehî ya li Girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir. Di raporê de hate gotin ku êşkence û tecrîdên giran li ser girtiyan tên kirin.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Şaxa Stenbolê, “Rapora 3 Mehan a Binpêkirinên Mafan a Girtîgehên Herêma Marmarayê” li avahiya xwe ya li Taksîma Stenbolê bi civînek çapemeniyê eşkere kir.

Rapora mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê ji aliyê Seroka Şaxa ÎHD’ê Gulseren Yolerî û endama Komîsyona Girtîgehan Meral Nêrgîs Şahîn ve hat eşkerekirin.

Di raporê de hat gotin rapor di encama serlêdanên binpêkirinên mafan ên hatine berhevkirin de hatiye amadekirin û rapora wan ji serlêdanên 22 girtîgehan bo wan hatine amade kirine. Di raporê de hat diyarkirin ku di meha Tîrmehê de 29 serlêdan, di Tebaxê de 22 serlêdan û di Îlonê de jî 34 serlêdan bo komeleyê hatine kirin û ev serlêdan bi giştî 85 heb in.

Di raporê de hat destnîşankirin ku ji van 85 serlêdanan 4 jê jin in, 81 serlêdan zilam in, 9 serlêdan girtiyên edlî ne û 76 serlêdan ên girtiyên siyasî ne û wiha hat gotin: “Di her serlêdanê de ji binpêkirinek zêdetir binpêkirinên mafan qewimîne. Di 85 serlêdanan de bi giştî 786 serlêdan ji aliyê komeleya me ve hatine tespîtkirin. Di meha Tîrmehê de 301 binpêkirinên mafan, di meha Tebaxê de 160 binpêkirinên mafan û di meha Îlonê de jî 325 binpêkirin qewimîne.”

Di raporê de hat gotin 109 binpêkirin ên mafê tenduristiyê ne û li dijî girtiyan her cûre zextên derûnî û nêzîkatiyên nebaş tên kirin.

Di raporê de hat diyarkirin ku li wan girtîgehan 200 binpêkirinên mafên ragihandinê jî qewimîne û di van sê mehan de jî wek mehên berê tabloyek giran derketiye holê.

Di raporê de hat destnîşankirin ku ji bo tevdîrên dij koronayê bi temamî hatine binpêkirin û hat xwestin pirsgirêkên li girtîgehan bi lezgînî werin çareserkirin û ji bo girtiyan banga hestiyariyê li rayedaran hat kirin ku şert û mercên girtiyan werin başkirin.