Êşkence li kesên li Kadikoyê hatin destgîrkirin hat kirin

Êşkence li kesên ku li Kadikoyê di Meşa Gemlîkê da hatin destgîrkirin, hat kirin. Hat diyar kirin ku serê Hevserokê Bajar ê SYKP’ê Ronî Goren hatiye şkandin.

Bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a MED (MED TUHAD FED) li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kadikoyê Meşa Gemlîkê hatibû lidarxistin. Di Meşa Gemlîkê de nêzî 70 kesan hatin destgîrkirin. Kesên ku bi şîdetê hatin destgîrkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê. Bi wesayîtên ku birin vir nêzî 7 saetan di wesayîtê de hiştin û nan û av ji wan re nehatin dayîn. Ji xeynî vê hat diyarkirin ku di wesayîtên polîsan de êşkence li gelek kesan hatiye kirin.

Ji bo ku îfadeya 25 kesan bê girtin, anîn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Kar û barên îfadeya dozgêriyê ya kesên destgîrkirî dewam dikin.

Hat diyarkirin ku kesên sewqî edliyeyê hatine kirin êşkence li wan hatiye kirin. Di nav kesên ku îşkence li wan hatiye kirin de Hevserokê Bajar ê SYKP'ê yê Stenbolê Ronî Goren jî heye. Hate zanîn ku polîsan bitêlê li serê Goren xistiye û serê wî şkandiye û 5 kêlan avêtine serê wî. Her wiha hat diyarkirin ku bin çena Goren jî bi îşkenceyê hatiye çêrandin. Serçavê gelek kesên din ji ber îşkenceyê werimiye û mor bûye. Hat dîtin ku îşlekê Goren jî ji xwînê sor bûye.