Êrîşkarên goristana Hatûn Tûglûk di danişînê de wêne girtin!

Danişîna nîjatperestên ku êrîş birin ser cenazeyê Hatûn Tûglûk çêbû. Di danişînê de êrîşkaran 'selfîe' girtin.

Danişîna cara 7'an a êrîşkarên nîjatperest ê Tirk ku 2017'an li Enqereyê dema veşartina cenazeyê Hatûn Tûglûk êrîş birin ser cenaze li Dadgeha Cezaya Eslî ya 2'yan a Golbaşiyê çêbû. Li danişînê 19 êrîşkar û parêzerên wan, her wiha parêzerên miştekî jî hazir bûn.

Li hêwana dadgehê êrîşkar pir rehet tevgeriyan, beriya danişînê li hêwana dadgehê wêne girtin. Li danişînê dema ku li benda serokê dadgehê bûn, yek ji êrîşkaran ji polîs re got, "Ez xwe mîna bombeyê dibînim. Her tişt wê xweş bibe. Ez mîna bombeyeke ku pîma wê hatî kişandin hazir im."

'DIJÛN KIRIN'

Şahid Arîf Yildiz got, "Dema ku cenaze hate xirecirekê dest pê kir. Em bi cenaze re mijûl bûn, dijûn dikirin. Yek jê hate ser cenaze got, 'Hûn nikarin li vir veşêrin, hûn terorîst in."

Yildiz wiha got, "Yek ji van du caran hat û çûn. Digot, 'hûn nikarin veşêrin, hûn Ermen in'. Me cenaze veşart. Dijûn dikirin. Min tenê dengê wan bihîst. Min cenaze vedişart. Piştî cenaze hate veşartin min dîn ku gelek in. 150 kes hebûn. Bi hev re dijûn dikirin û gef dixwarin (...) Me veşartibû û ji bo me zehmet bû ku em dîsa derxînin. Li gel ku me cenaze derxist jî dijûn dikirin, êrîş dianîn. Me nedixwest bûyer mezin bibbe lê dewam kir."

Şahidê din ê miştekî Abdurrahman Ayhan jî bûyer got.

Bersûc Murat Alp bersiva neda pirsa parêzerên miştekî, ku got, "Kê ji te re got wê terorîst were veşartin?"

TALOQ BÛ

Parêzerê miştekî Alîşan Şahîn got, "Ev êrîşeke giştî bû. Em jî li wir bûn. Em şahidê bûyerê ne. Em dixwazin li me jî were guhdarîkirin. Di danişîna pêşî de kesek hebû ku şahidî dikir. Ew bi jeepeke sipî hatin, 5-6 kes bûn."

Danişîn taloqî 27'ê Mijdarê bû.