Êrîşkarên ku bombe li xwe girêdabûn bi hêsanî hatine qadê

Dîmenên nû yên Qetlîama Enqereyê derket holê. Êrîşkar rastî tu astengiyan nayên û ev jî diyar dike ku ev qetlîam bi alîkariya dewletê hatiye kirin.

Piştî dîmenên mîtînga HDP’ê ya Amedê ya ku bombe lê hatibû teqandin, îhmalkariya polîsan hatibû dîtin niha jî dîmenên Qetlîama Enqereyê ya 10’ê Cotmehê derketin holê.

Di dîmenên MOBESE’yê de tê dîtin, êrîşkarên DAIŞ’î yên ku bombe li xwe pêçabûn dema tên Enqereyê bêyî ku ji lêgerîna polîsan derbas bibin, bi awayekî hêsan tên qada mîtîngê.

ÇIMA TENÊ POLÎSEK JÎ TUNE?

Li gorî dîmenên ku Evrenselê bi dest xistiye, endamê çeteyê DAIŞ’ê Yûnûs Emre Alagoz û êrîşkarê ku hê nasnameya wî nehatiye tespîtkirin di 10’ê Cotmeha 2015’an de li Golbaşiya Enqereyê dadikeve û piçekî dimeşe. Piştre li taksiyeke din siwar dibe û tê li kêleka Gerînendetiya Giştî ya TCDD’ê peya dibe.

Dema ku êrîşkar ji taksiyê dadikevin jî têketina wan a li qada mîtîngê di qeydan de xuya dibe. Di dîmenan de tê dîtin ku tu polîs tune.

HDP’YÎ BER BI QADÊ VE DIMEŞIN

Piştî ku êrîşkarek dikeve qada mîtîngê berê xwe dide qada cihê HDP’yiyan. Êrîşkarê din jî berê xwe dide Gara Trenê. Êrîşkarê pêşîn di nav HDP’yiyan de xwe diteqîne. Piştî ku mirov dikevin panîkê vê carê yê din xwe diteqîne.

TÊKILDARÎ WÎ ÎSTÎXBARAT HEBÛ

Derketibû holê ku têkildarî êrîşkar Yûnûs Emre Alagoz bi gumana ‘dibe ku êrîşekê bike’ beriya 3 rojan ji yekeyên ewlekariyê yên 81 bajaran nota îstîxbaratê hatibû şandin.

Di vê êrîşa bombeyê ya li Gara Trenê ya Enqereyê de 102 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi sedan kes jî birîndar bûbûn.