Êrîşên PDK’ê li Stenbol û Mêrsînê hatin protestokirin: 15 kes hatin destgîkirin

Li Stenbolê gelek saziyên sivîl û partiyên siyasî PDK’ê protesto kirin ku bi hevkariya dewleta Tirk êrîş dibe ser Gerîlayên Azadiya Kurdistanê. Li Mersînê jî xiyaneta PDK'ê bi girseyî hat protestokirin.

Êrişên PDK’ê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin ên Anatoliyayê (ANYAKAY-DER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Taksîm Tunelê hatin protestokirin. 

Protesto bi dirûşma “Peywira me parastina destkeftiyên me û pêşîlêgirtina birakujiyê ye” hate lidarxistin û tevî nûnerên saziyan, gelek kesên din jî tev li bûn. 

Beriya daxuyaniyê, Tunela Taksîmê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Hevseroka ANYAKAY-DER’ê Evîn Genç jî di nav de 3 kes beriya daxuyaniyê li Cadeya Îstîklalê bêyî ku sedemek were nîşandan hatin destgîrkirin. 

Tevî dorpêç û gefên destgîrkirinê jî Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, parlamenterên Partiya Çepên Kesk û gelek kesên din ji avahiya Navenda Giştî ya HDK’ê ber bi Tunelê ve dest bi meşê kirin. Çawa ku kom gihişt tunelê hate dorpêçkirin. Çalakvanan diyar kirin ku li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê êriş hene û ev tişt anî ziman: “Li dijî polîtîkayên şer em wekheviya gelan diparêzin.” Çalakvanan bertek nîşanî dorpêçê dan û gelek caran dirûşma “Bijî biratiya gelan” berz kirin. Demek piştre polîsan bi tundî êrişî çalakvanan kirin û destgîrkirin. 

Hevberdevkê HDK’ê û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Cengîz Çîçek di dorpêçê de axivî û wiha got: “Heta ku şer hebe dê li Tirkiyeyê, li Stenbolê xizanî hebe. Gelê Kurd bi saya têkoşîna bi salan xwe gihand vê astê. Bila soza me be ku em ê aştiyê bînin vê xakê.” 

Di dema destgîrkirina welatiyekî ya di dorpêçê de her çend ji polîsan re hatibe gotin ku nexweşê dil e jî, serê wî dan ber kulman û di encama tundiya bi dehan polîsan de hate destgîrkirin.

Polîsan, rojnamevanên nûçe dişopandin jî bi darê zorê ji qadê derxistin û nehiştin dîmenan bikişînin. 

MÊRSÎN

Êrişa PDK’ê di heman demê de li Parka Ozgur Çocuk a li navçeya Akdenîz a Mêrsînê hate protestokirin. Walîtiya Mêrsînê beriya daxuyaniyê biryara qedexeya lidarxistina çalakî û xwepêşandanan da. Polîsên ku biryara qedexeyê weke hincet nîşan dan, dor li parkê girtin. Tevî qedexeyê jî gelek kesên ji Edene, Dîlok, Osmaniye û Hatayê hatin tev li daxuyaniyê bûn. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Alî Bozan, Ayfer Kordu û Huseyîn Olan jî di daxuyaniyê de amade bûn. 

Parlamenter Alî Bozan diyar kir ku ew ji bo bikaranîna mafên xwe yên qanûnî hatine ba hev û ev tişt anî ziman: “Walîtî bi vê biryara xwe mafên me asteng dike. Êdî dev ji lîstikên li ser kurdan berdin. Di heman demê de banga me ji bo PDK’ê ye; her çend Kurdistan 4 parçe jî be di roja me de bûye yek parçe. Gelê me yê li çar parçeyan jî şer û pevçûnan naxwaze.”

Girseyê piştre jî dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla”, “Zext nikarin me têk bibin” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin û ber bi avahiya HDP’a Mêrsînê ve meş li dar xist.