Êrîşên li dijî HDP’ê li Hollandayê hatin protestokirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên rejîma AKP-MHP’ê yên li dijî HDP’ê, li paytexta Hollandayê Amsterdamê hatin protestokirin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên rejîma AKP-MHP’ê yên li dijî HDP’ê, li paytexta Hollandayê Amsterdamê hatin protestokirin.
Çalakiya protestoyê bi pêşengiya HDP, HTIB, HAKDER, DIDF, TIP, CHP, Partiya Çep û Platforma Demokrasiyê li Westermarktê pêkhat.
Kurd û Tirkên ku di çalakiyê de hatin gel hev, êrîşên li dijî HDP’ê protesto kirin.
Di daxuyaniya li qadê hatî dayîn de, bang hate kirin ku pêwîst e li dijî êrîşan bi yekitî, bi biryar û bi berxwedanek zelal bersiv bê dayîn.