Êrîşên faşîst ên dewleta Tirk li Dûîsbûrgê hate protestokirin

Êrîşên faşîst ên dewleta Tirk bi çalakiyekê li Dûîsbûrga Elmanyayê hate protestokirin.

Li Dûîsbûrga Elmanyayê bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Federasyona Karkerên Koçber ên Elmanya (AGÎF) ê li dijî êrîşên faşîstane yên ku dewleta Tirk li Kurdistanê, êrîş û tundiya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û girtiyên siyasî tên pêkanîn çalakiyeke protestoyî hate lidarxistin.

Di mitînga li Konigstrê de hatî lidarxistan, hevserokê NCDK’ê Niyazî Oztaş û li ser navê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel Amara Tolhildan axivîn.

Di axaftinên ku tê de hatin diyarkirin wê li dijî êrîşên barbar ên dewleta Tirk her roj li kolanan bin, hate gotin, “Dema ku Erdogan û çeteyên wî winda dikin hîn zêdetir êrîşî Kurdan dikin û bi vî şêweyî dixwazin tolê hilînin. Pêwîst e ku her kes li dijî ev pêkhatinên dawî yên siyaseta tacîz, tecawûz û kuştinê dengê xwe derbixin.”

Piştî ku di çalakiyê de bal kişand li ser êrîşên zayendî, tecawûz û siyaseta kuştinê yên li dijî jin û zarokan tê pêkanîn, her wiha bang li raya giştî ya Ewropayê hate kirin ku li dijî binpêkirina mafên mirovan û xespkirina ku dewleta Tirk pêktîne bertekan nîşan bidin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên, “Erdoganê qatil”, “Terorîst Erdogan”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Heftanîn” hate berzkirin, ji bo tevlîbûna mitînga ku 29’ê Tîrmehê li Konîg-Heînrîchplatz’ê ya ji bo protestokirina tundiya li ser jinê bang hate kirin.