Êrişên dewleta Tirk li Barcelonayê hatin şermezarkirin
Bombardûmana ku dewleta Tirk li Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê, li bajarê Barcelona yê Katalonyayê hate şermezarkirin.
Bombardûmana ku dewleta Tirk li Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê, li bajarê Barcelona yê Katalonyayê hate şermezarkirin.
Êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk li bajarê Barcelona yê herêma Katalonya ya Spanyayê, bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Komek ji Kurdistanî tevî dostên xwe li ber Konsolosxaneya dewleta Tirk li hev kom bûn û êrişên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.
Di çalakiyê de dirûşmên "Rê ji faşîzma Erdogan re nîne" û "Kurdistan wê bibe goristana faşîzmê" hatin qîrîn.