Êrîşa li ser Mexmûrê li Adigeyê hate şermezarkirin
Êrîşa ku pêr êvarê li kampa penaberan a Mexmûrê li dijî yekîneya xweparastinê hate kirin, li Adigeyê hate şermezarkirin.
Êrîşa ku pêr êvarê li kampa penaberan a Mexmûrê li dijî yekîneya xweparastinê hate kirin, li Adigeyê hate şermezarkirin.
Li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê, Hevserokatiya Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê daxuyaniyek da çapemeniyê û êrîşa bi balafirên şer a li ser Kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) şermezar kir. Li ser navê Kurdistaniyên ku li ber Navenda Çanda Kurd li hev civiyan Hevseroka Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê Sînem Biroyeva axivî.
Biroyeva got, "Dewleta Tirk a faşîst her ku firsendê dibîne êrîşî Kurdan dike. Divê êrîşa li dijî kampa penaberan ji rêzê neyê dîtin. Êrîş li dijî kampeke ku di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye hatiye kirin. Lewma bi qasî dewletên Tirk û Iraqê, Neteweyên Yekbûyî jî jê berpirsyar e. Em li bendê ne ku rayedarên Neteweyên Yekbûyî tavilê di vê derbarê de daxuyaniyekê bidin û li dijî êrîşkaran bikevin nava liv û tevgerê. Yên ku dixwazin bi rêya êrîşên wiha gelê Kurd ji rêya azadiyê vegerînin, divê zanibin ku hewldanên wan bi kêr nayên."