Êrîşa li Mexmûrê li Baselê hate şermezarkirin
Kurdistaniyên ku li bajarê Basel ê Swîsreyê kom bûn, êrîşa li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê hate kirin şermezar kirin.
Kurdistaniyên ku li bajarê Basel ê Swîsreyê kom bûn, êrîşa li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê hate kirin şermezar kirin.
Di çalakiya bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Ronahî ya Baselê ya li Basel Bahnhofê hate lidarxistin de, êrîşa li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê hate kirin bi qîrkirina dirûşmên Elmanî protesto kirin. Di çalakiyê de li gel hildana posterê Ocalan wêneyên kesên ku di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bilindkirin.
Di daxuyaniya çalakiyê de hate kirin êrîş hate şermezarkirin û ji ber sedema êrîşa hewayî ya li ser Kampa Penaberan a Mexmûr a li Başûrê Kurdistanê ji bo NY û raya giştî ya cîhanê banga hestyariyê hate kirin.