'Êrîş nayê qebûlkirin'

Nerazîbûna li dijî êrîşa faşîstên Tirk û tîmên ewlekariya Erdogan, ku li Washîngtonê bi rengekî hovane êrîş birin ser Kurdên xwepêşandaneke protestoyî lidar dixistin, zêde dibe.

Dema ku Erdogan hate pêşiya Sefaretxaneya Tirk a li Washîngtonê, faşîstên Tirk û tîma ewlekariya Erdogan bi rengekî hovane êrîşî Kurdan kirin, ku ji bo azadiya HDP'yiyan çalakiya protestoyî lidar dixistin.

Çapemeniya DYA cihekî berfireh da vê êrîşa li Washîngtonê û kiryarên rejîma AKP'ê yên li Tirkiyeyê.

ŞEFÊ POLÎSAN: LI VÎ BAJARÎ MAFÊ MIROVAN HEYE KU BI RENGEKÎ AŞTIYANE XWEPÊŞANDANÊ LIDAR BIXIN

Rojnameya New York Tîmes bûyer bi sernavê "Polîs: Di êrîşa hovane de, ku li dijî xwepêşandana li hember Erdogan hate kirin, 9 kes birîndar” bûyer ji bo xwendevanên xwe ragihand, Rojnameyê di malpera xwe de dîmenê êrîşê jî parve kir ku tê de xuya dike, şîdeta fîzîkîli xwepêşandêran tê kirin.

Di nûçeyê de şefê polîsan Peter Newsham wiha dibêjê: "Bûyera ku me duh dît, êrîşeke hovane ya li dijî xwepêşandana aştiyane bû."

CNN jî ji dîmenên di Facebookê de hatin weşandin nûçe li ser bûyerê amade kir, ku di vî dîmenî de tê dîtin, tîmên ewlekariyê yên Erdogan û faşîst bi rengekî hovane êrîşî xwepêşandêran dikin.

Rojnameya Daîly Maîl a Îngilîz jî cihekî berfireh da vê êrîşa hovane. Di nûçeya rojnameyê de hat destnîşankirin ku bi rengekî vekirî diyar dibe, yên êrîş dikin tîmên ewlekariya Erdogan in.

'YEKÎ TIMÎ LI SERÊ MIN DIXIST'

Qenala televîzyonê ABC jî cih da axaftina Kurdê Êzidî Lûcy Ûsoyan a li ser êrîşê. Di nûçeyê de Ûsoyan got, "Ji nişka ve bi ser me ve hatin. Yekî timî li serê min dixist."

NewsWeekê jî di nûçeya xwe de bal kişand ku êrîşa tîmên ewlekariya Erdogan û ragihand, ku xwepêşandana protestoyî ya bû hedefa êrîşê, li dijî binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê dihat kirin.

McCAÎN: EV DER DYA YE; TI HINCETA ÊRÎŞÊN HOVANE YÊN BI VÎ RENGÎ NÎNE

Senatorê Partiya Komargeran John McCaîn jî li ser hesabê xwe yê twîtterê peyamek weşand û nerazîbûn nîşanî êrîşê da. McCaîn ev peyam weşand: "Ev der Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê ye. Li vir tiştên bi vî rengî nabe. Ti hinceta êrîşên hovane yên bi vî rengî nîne."