Êrîş li avahiya DEM Partiyê hate kirin
Li navçeya Seyhan a Edeneyê êrîş li avahiya DEM Partiyê hate kirin. Di encamê de tabelaya partiyê parçe bû.
Li navçeya Seyhan a Edeneyê êrîş li avahiya DEM Partiyê hate kirin. Di encamê de tabelaya partiyê parçe bû.
Avahiya Rêxistina Navçeya Seyhayê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ya li ser rêya Abîdîn Paşa ya li navçeya Seyhan a Edeneyê bû hedefa êrîşê.
Kesê yan jî kesên nenas êrîş birin ser avahiya partiyê û di encamê de zerar li tabelaya partiyê bû.
Rayedarên partiyê giliyê êrîşkaran kirin.