Êrîş birin ser parêzerê ku gotî, 'Kurdistan'

Li Civata Giştî ya Baroya Edeneyê ji bo ku got, 'gerîla' û 'Kurdistan' êrîşa nîjatperest birin Parêzer Şîar Rişvanoglu.

Li Civata Giştî ya Asayî ya Baroya Edenê ji ber ku got 'gerîla' û 'Kurdistan' êrîşa nîjatperest birin ser parêzerê endamê ÇHD'ê Şîar Rişvanoglu. Rişvanoglu li ser bêdengiya baroyê helwest nîşan da.

Li gorî nûçeya MA'yê, Rişvanoglu got, dema ku ew axiviye 'parêzerên nîjatperest' bi ser wî de çûne û domand, ''Dema ku bi ser min de hatin, bi gotinên, 'terorîst, PKK'yî, komunîst, Kurdistan ku der e lawo' gef li min xwarin û gelek dijûn li min kirin."

Rişvanoglu bal kişande ser bêhelwestiya Baroyê û got, "Ev cara pêşî ye ku tiştekî wiha bi serê me tê. Serokê Baroyê Parêzer Velî Kuçuk li bara vê rewşê deng ji xwe dernexist."