Êrîş birin ser daxuyaniya greva birçîbûnê

HDP'ê ji bo ku balê bikişîne ser grevên birçîbûnê çalakiyek kir, polîsên Tirk êrîş bire ser çalakgeran û gelek kes destgîr kirin.

Rêxistina Bajêr a Stenbolê ya HDP'ê (Partiya Demokratîk a Gelan) ji bo ku balê bikişîne ser grêvên birçîbûnê yên li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê, ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe 27'ê Mijdarê dest pê kiribû, çalakiyek kir. Polîsên Tirk êrîş birin ser çalakgeran û gelek kes destgîr kirin.

Piştî daxuyaniyê polîsan pêşiya Operaya Sureyya ya li Kadikoyê û derdora wê dorpêç kirin. Piştî ku çalakger hatin qadê polîsan daxuyanî asteng kir û gelek kes destgîr kirin.

Polîsên Tirk nehiştin ku nûçegihan biçin qadê û hate gotin polîsan derd li Hevserokê berê yê HDP'ê Sezaî Temellî dane.