Ên ku têkiliya dewlet-mafyayê şermezar kirin hatin destgîrkirin

Endamên Partiya Şoreşger ku têkiliya dewlet-mafyayê şermezar kirin bi êşkenceyê hatin destgîrkirin.

Endamên Partiya Devrimci (DP) têkiliya dewlet-mafyayê ku sereke çete Sedat Peker li xwe mikur hatî li Taksîmê bi meşekê şermzar kirin. Komeke ji 15 kesan pêk hatî li Kolana Îstîklalê hatin cem hev û pankarta bi nivîsa, ''Li dijî perala dewlet-mafya-kedxwariyê em ê desthilata gel ava bikin'' vekirin. Di çalakiyê de bi dirûşmeyan hate gotin,''Dewleta mafya wê were têkbirin,'' ''çete wê hesab bidin gel''. Di çalakiyê de axaftin hate kirin û hate gotin, ''Em Dayikên Şemiyê ne ku zaroyên wan hatine nebedîkirin, em malbatê wan kesan in ku li Enqere, Pirsûs û Amedê hatine qetilkirin. Em Dayikên Aştiyê ne. Em ew ciwan in ku ji hêla çeteyan ve hatine kuştin, em ew in yên ku hatine nebedîkirin, Gulîstan Doku ne ku hatiye nebedîkirin. Em ew karker in ku ji bo çerxa kedxwariyê bizîvire têne çewisandin. Em li vir in.''

Polîsên Tirk pêşiya wê komê girt ku bi dirûşmeyan dimeşîn Meydan Taksîmê. Polîsan êrîş bire ser wa û gaza çavsotinê avêtin ser çavê Seroka Partiya Devrimcî Burcugul Çubuk. 

Koma çalakger xwe li hev girtin, polîsan bi êşkenceyê çalakger destgîr kirin. Polîsan her wiha hewl da ku Wekîlê HDP'ê Mûsa Pîroglu jî destgîr bikin.