Êlih, Sêrt û Îzmîr ji bo Ocalan di greva birçîbûnê de ye
Li Êlih, Sêrt û Îzmîrê greva birçîbûnê ya dayîkan a ji bo Ocalan didome. Li Îzmîrê greva birçîbûnê ya di roja 9’emîn de komeke nû wergirt.
Li Êlih, Sêrt û Îzmîrê greva birçîbûnê ya dayîkan a ji bo Ocalan didome. Li Îzmîrê greva birçîbûnê ya di roja 9’emîn de komeke nû wergirt.
Ji bo balkişandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan grevên birçîbûnê didome.
ÊLIH
Li Batmanê greva birçîbûnê ya Dayîkên Aştiyê didome û HDP, DBP û çalakvanê TJA’yê çûn serdana dayîkan
SÊRT
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca û rêveberên HDP û DBP’ê çûn serdana grevên birçîbûnê. Dayîkan bal kişandin tecrîda li ser Ocalan.
Dayîkên Aştiyê yên Sêrtê diyar kirin ku ew ê tecrîda li ser Ocalan qebûl nekin û gotin, “Heta ku Ocalan ne di nav me de be û em wî nebînin em ê aştiyê qebûl nekin û ew ê aştî neyê Tirkiyeyê.”
ÎZMÎR
Greva birçîbûnê ya ku HDP’ê li Îzmîrê dabû destpêkirin di roja 9’emîn de didome.
Hevseroka Navçeya Karşiyakayê ya HDP’ê Emîne Akyol diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd pêşengtiyê ji civakan re dike û got “Em ê greva birçîbûnê ya ji bo rêzdar Ocalan bidomînin.”
Hevserokê Navçeya Karşiyakayê ya HDP’ê Hîkmet Yakişir jî got ku “Tecrîda li ser rêzdar Ocalan derveyî mirovayetî û derveyî zagonan e. Em ji tendirustiya rêzdar Ocalan bi fikar in. Ji ber vê jî heta ku em agahiyan ji wî bistînin em ê çalakiya greva birçîbûnê bidomînin.”