Çeteyên Tirk tenê ji ber sûcên edlî tên darizandin!

Tevî ku eşkere bû ku çeteya bi navê "Osmanen Germanîa" (Osmaniyên Elmanyayî) ji rejîma Erdogan re dixebite, 8 endam û rêveberên wê yên li Stûttgartê tên darizandin, tenê ji ber sûcên edlî tên cezakirin.

Çeteya bi navê "Osmanen Germanîa" bi piştgiriya desthilatdariya AKP'ê sala 2014'an bi navê "klûba boksê" ava bû û bi vî rengî xwe birêxistin kir. Rêveberên çeteyê ji Adara bihurî ve li Dadgeha Eyaletê ya li Stûttgarê tên darizandin. Tevî ku hate tespîtkirin, çeteyê amadekarî kiriye ku sûîqestê li mûxalîfên rejîma Erdogan bike, lîderên çeteyê tenê ji ber sûcên şantajê, birîndarkirin û "karkeriya seksê" tên darizandin.

Li gorî nûçeya malpera "Stûttgarter Nachrîchten"ê, dadgerên ku dozê birêve dibin, amadekariyê dikin ku cezayê girtîgehê yê li 8 endamên çeteyê bê birîn, zelal bikin. Di vê çarçoveyê de êrîşa sala 2016'an a li Lûdwîgsbûrgê ya li dijî Kurdan jî di nav de, endamên vê çeteyê ji ber sûcên xwe yên siyasî nayên darizandin.

Tê xwestin ku berpirsyarê vê çeteyê yê Stûttgartê Levent Ûzûndal bi 7 sal û 10 mehan bê cezakirin. Yek ji sûcên ku Ûzûndal kiriye ew e; zext û zorî li hevala xwe ya keç kiriye ji bo weke koleya seksê bixebite. Der barê rêveberê çeteyê Selçûk Şahîn de jî tê xwestin ku 3 heta 4 salan cezayê girtîgehê were birîn.

SEREKÇETE REVIYA TIRKIYEYÊ

Yek ji rêveberên çeteyê Mehmet Bagci ye ku xwe weke "Lîderê cîhanê yê Osmanen Germanîa" îlan kir û bi wêneyan eşkere bû ku li qesra Erdogan hatiye qebûlkirin. Tê gotin ku tenê salek û 6 meh cezayê girtîgehê der barê Mehmet Bagci de tê xwestin.

Serekçete Mûstafa Kilinç ku sûcdarê sereke yê dozê ye, ji ber ku reviya Tirkiyeyê wê der barê wî de biryarek neyê dayin. Hate tespîtkirin ku Kilinç li Îzmîrê ye. Jê hate xwestin ku bi rêya Konsolosxaneya Elman îfadeyê bide, lê encamek ji vê hewldanê derneket. Ji xwe endamên çeteyê yên li Stûttgartê tên darizandin, sûcdariya ku dozgerî li wan dike, xistin stuyê Kilinç.

Tê payin ku dadgerên Dadgeha Eyaletê biryara xwe ya li ser dozê 25'ê Cotmehê eşkere bikin.