Çeteyên DAIŞ'ê dîsa hatin berdan
7 çeteyên DAIŞ'ê yên li Kocaeliyê hatin girtin, ji bo bi rengekî negirtî werin darizandin duh hatin berdan.
7 çeteyên DAIŞ'ê yên li Kocaeliyê hatin girtin, ji bo bi rengekî negirtî werin darizandin duh hatin berdan.
Rûniştina dozê li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê pêk hat û 7 welatiyên Rûs, Çîn û Gurcîstanê yên ji ber endametiya DAIŞ'ê girtî bûn, hatin darizandin. Di rûniştinê de çeteyên DAIŞ'ê yên bi navê Amîr Elîhoglû, Vahîd Dziyaûdînov, Ûmaar Yûsûfî, Ahmet Adnan, Aslanbek Bashaev, Omar Gasanov û Majrbek Îmamûrzaev tevî parêzerên xwe amade bûn.
Hikumeta AKP-MHP'ê ku ji bo bêje 'vaye ez li dijî DAIŞ'ê têdikoşim' hin çete binçav kir, piştî demeke kurt hemû hatin berdan. Gelek çeteyên DAIŞ'ê ku beriya niha gelek caran hatibûn binavçkirin, hatibûn berdan.