Çekdar Çûbûk hate girtin
Birayê Çekwar Çûbûk yê ku di qedexeya derketina derve ya li Sûrê de şehîd bûbû, Çekdar Çûbûk hate girtin.
Birayê Çekwar Çûbûk yê ku di qedexeya derketina derve ya li Sûrê de şehîd bûbû, Çekdar Çûbûk hate girtin.
Çekdar Çûbûk, birayê Çekwar Çûbûk ê ku di dema qedexeya derketina derve ya roja 2’emîn a navçeya Sûr a Amedê de şehîd bûbû, piştî binçavkirina 2 hefteyan hate girtin.
Polîsan kêlika gora Çekwar Çûbûk a li Goristana Yenîkoyê guherandibû û li ser kêlikê "Alîş Çûbûk" nivîsandibûn.
Piştî çend rojan şûnde malbatê dubare kêlika gorê guherand û li ser "Çekwar" nivîsandin. Piştî vê bûyerê çend rojan şûnde polîsan avêtibû ser mala wan a li semta Hûzûrevleriyê û Çekdar Çûbûk binçav kiribûn.