Çavûşoglû li Washîngtonê bêdeng ma, li Enqereyê da nav
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Çavûşoglû, nûnerê taybet ê DYA yê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê Brett McGurk kir hedefa xwe.
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Çavûşoglû, nûnerê taybet ê DYA yê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê Brett McGurk kir hedefa xwe.
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû, li ser serdana Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a li Washîngtonê axivî, ku bi destvala jê vegeriyan. Çavûşoglû nûnerê taybet ê DYA yê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê Brett McGurk kir hedefa xwe.
Çavûşoglû careke din gef li Kurdên li dijî DAIŞ'ê têdikoşin xwar û di bernameyeke televîzyonê de li ser McGurk wiha axivî: "McGurk di dema rêveberiya Obama de bû nûnerê taybet ê DYA yê li dijî DAIŞ'ê. Wê baş be ku McGurk bê guhertin. McGurk bi rengekî vekirî piştgiriyê dide PKK û YPG'ê."
Dema ku Erdogan li DYA bû, McGurk jî li Kobanê bi rayedarên Meclîsa Sivîl a Reqayê û fermandariyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û YPG/YPJ'ê re rûniştibû. McGurk ji ber serdanên xwe yên beriya niha yên li Rojava, bû hedefa hikumeta AKP'ê.
Çavûşoglû îdîa kir ku gotina wan a 'Em ê li YPG'ê bixin' bi neyînî nehatiye pêşwazîkirin û ev gef xwar: "Li cihê YPG lê be, em lê nînin. Li dijî YPG'ê em ê li gorî angajmanê tevbigerin."