Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) ji bo şopandina hilbijartinên Serokkomarî/Parlamenteriyê yên 24'ê Hezîranê, heyetek ji 33 kesî şandibû Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Heyeta MPKE a ji 33 kesî ku Olena Sotnyk a ji Ûkraynayê seroka wê bû, rastî gelek astengiyan hatibû.
Yek ji endamên heyetê, parlamentera Elman a ji Partiya Keskan Tabea Rossner e, ku ji malpera "T-online" re qala çavdêriyên xwe kir. Rossner bi bîr xist, mafê wan e ku kengî bixwaze li navenda dengdanê dikare hilbijartinê bişopîne, lê belê tevî vî mafî jî destûr ji wan re nehatiye dayin. Rossner qala çavdêriyên xwe kir:
"Kampanya hilbijartinê ji xwe di nava şert û mercên wekhev û adil de nehate kirin. Tenê Erdogan karîbû propaganda hilbijartinê bike, yên din nebûn xwedî heman derfetan. Çalakî û xwepêşandanên hilbijartinê yên mûxalefetê hatin qedexekirin. Em nikarin bêjin ku hilbijartin bi rengekî adil û durust hatiye kirin. Em dikarin bêjin ku gelek karên neyînî rû dan. Me xwest bi heyeta hilbijartinê ya OSCE re karekî hevpar bikin û Erzîrom bû para min.
Me xwest, pirsên ku berê amade kiribûn li cihekî dengdanê bipirsin. Lê belê ji me re gotin ku 'em nikarin bikevin navenda dengdanê'. Heyeteke din jî ji xwe li gel polîsan kete hundir. Me nikarîbûn xwe bigihînin cihê dixwazin. Ji ber ku li başûrê rojhilat ê Tirkiyeyê şîdet li gelê Kurd tê kirin û Konseya Ewropayê ji me re got ku ew nikare jiyana me ewle bike."
JI BO 180 HEZAR SINDOQÎ 330 ÇAVDÊR!
Parlamentera Elman bi bîr xist ku ji bo 180 hezar sindoqên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin danîn tenê 330 çavdêrên navneteweyî hebûn û got, "Ji ber ku hejmara me gelekî kêm bû, dihate zanîn ku kengî em ê li ku bin. Me nekarî bi rengekî spontane çavdêriyê bikin." Rossner da xuyakirin ku dema li Erzîromê bûn wan ji çavdêrên partiyên din bihîstine ku dengdan bi rengekî vekirî tê kirin û pisûlayên berê mohr li wan hatibûn danîn hatine belavkirin.
Rossner got, "Dema ku dîtin em vê dengdana ne adîl û ne durust hesiyane, em ji navenda hilbijartinê derxistin. Me dît ku hilbijatineke gelekî bi guman bû. Zerfên dengdanê jî li gorî pîvanan nehatibûn mohrkirin. Me tespît kir ku ferdên malbatê bi komî ketine cihê dengdanê û polîsên diviyabû ne li wir bûna, li wir bûn. Ji ber ku dema hilbijêr çav li polîs diket, di dengdanê de xwe vedigirt."
Endama Mecîsa Federal a Elman a ji Partiya Keskan Rossner diyar kir ku wê çavdêriyên xwe yên li ser hilbijartinê id raporên Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (OSCE) û Konseya Ewropayê de biweşînin. Rejîma Erdogan her wiha destûr nedabû ku endamên heyeta çavdêr a OSCE parlamenterê Partiya Çep a Elman Andrej Hûnko û Jabar Amîn ê ji Swêdê bikevin Tirkiyeyê.