Çapemeniya Yewnan: Enqere bi êgir dilîze

Piştî ku dewleat Tirk keştiyên şer û keştiyeke sondajê şand qada deryayî ya Yewnanistanê, alozî mezin bû. Medya Yewnan diyar kir ku dewleta Tirk bi êgir dilîze.

Ji 21'ê Tîrmehê ve li rojhilatê Derya Spî rageşiyeke mezin a leşkerî heye. Li gorî hin çavkaniyan, dewleta Tirk 18 keştî, li gorî hin çavkaniyan jî 15 keştiyên şer û keştiyeke lêgerîna li gaza binê deryayê şandiye rojhilatê Derya Spî.

Deryaya li dora girava Kastellorîzo (Kizilhîsar) ku Enqereyê keştiyên şer şandiye, li qada deryayî ya Yewnanistanê ye.

Hêzên Deryayî yên Yewnan jî keştiyên şer şand Derya Egeyê û amadekariyên xwe xurt kirin.

Serokwezîrê Yewnanistanê Kîrîakos Mîçotakîs nerazîbûn nîşanî "hewldana dagirkeriyê" ya dewleta Tirk da.

Rêveberiya Atînayê her wiha li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, NATO û Yekîtiya Ewropayê gilî kir.

Rojnamevana rastgir a Yewnanistanê Kathîmerî sernavê "Enqere bi êgir dilîze" mijar kir manşet.

Rojnameya çepgir Efsyn jî sernavê "Şerê sinir" bi kar anî.

MARÎANNE: TESADÛFÎ NÎNE

Kovara Marîanne ya Fransayê ragihand ku ev gava leşkerî ya dewleta Tirk tesadûfî nîne û 20'ê Tîrmeha 1974'an bi bîr xist ku 38 ji sedî yê Girava Qibrisê dagir kir.