Çalakiyên li dijî desteserkirinê dewam dikin: Yên ku dijminatiya Kurdan bikin wê winda bikin
Li Enqereyê di çalakiya li dijî desteserkirina îradeyê de hate destnîşankirin ku divê tecrîda Îmraliyê bê rakirin.
Li Enqereyê di çalakiya li dijî desteserkirina îradeyê de hate destnîşankirin ku divê tecrîda Îmraliyê bê rakirin.
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Enqereyê ji bo protestokirina Şaredariya Colemêrgê li Kolana Sakaryayê çalakî li dar xist.
Di çalakiyê de pankarta “Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin desteserkirinê” û “Yên bi qeyûmê werin wê bi berxwedanê here” hatin hilgirtin. Hevseroka DEM Partiyê ya Enqereyê Tatligul Gul di çalakiyê de axivî û bi bîr xist ku 80 roj bi ser desteserkirinê re derbas bûye.
Tatligul Gul got: “Em ê tu carî vê bêhiqûqî û vê tevgerîna kêfî ku vîna gel desteser dike qebûl nekin. Eger em îro li desthilatdariyê binêrin, bi rêkûpek hema hema her roj gavên li dijî gelên me; li dijî hawirdor, xweza û zindiyên me diavêje. Gelê me bi birçîbûn û xizaniyê tên îmtihan kirin. Di polîtîkayên şer û rantê de danhevekî biçûk jî nîne. Kampanyayeke dijminatiya Kurdan ku êrîşî dawet, stran û govendên Kurdan dike, ciwanên ku govendê digerînin digire, xwediyên dawetan bi rêya cendirme û polîsan dixe bin zext û çavdêriyê tê meşandin. Em careke din dubare bikin, tu tişt bi dijminatiya ziman û çanda Kurd bi dest naxin. Çavkaniya sereke ya vê bêaramiyê neçareserkirina pirsgirêka Kurd a bi heqaniyet e.”
‘DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN’
Tatligul Gul ev bang kir: “Deriyên diyalog û muzakereyê vekin, tecrîdê rakin, siyasetmedarên Kurd ên dîlgirtî, şaredarab, Demîrtaş û Kavala berdin. Wekîltiya Can Atalay lê vegerînin. Van tîştan bikin ku erdnîgariya me li lez û bez aram bibe û aştî were.”