Çalakiyên ji bo protestokirina Eûtelsatê li Ewropayê dewam dikin

Biryara Eûtelsatê ya ji bo birîna weşana Stêrk TV, Ronahî TV û News Channelê, li Ewropayê bi çalakiyên girseyî tê şermezarkirin.

Biryara Eûtelsatê ya ji bo birîna weşana Stêrk TV, Ronahî TV û News Channelê, li Ewropayê bi çalakiyên girseyî tê şermezarkirin.

BERN

Li paytexta Swîsre Bernê, li ser banga NCDK-Bern û HDK'ê, li ber stasyona trenê ya navendî çalakiyek hate lidarxistin. Kurdistaniyan tevî dostên xwe, hewldana ji bo girtina weşana televîzyonên xwe şermezar kirin.

Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre belavokên bi zimanên Elmanî û Tirkî hatin xwendin.

Di çalakiyê de dowîzên bi nivîsa "Hewl tê dayîn bi fermana Erdogan televîzyonên Kurd werin girtin, gel wê nehêle televîzyonên wan bê girtin" hatin hildan. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser polîtîkayên durû yên dewletên Ewropayê û hat destnîşankirin, ku ew ê xwedî li televîzyonên xwe derkevin.

CENEVRE

Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Kurdistanî û dostên wan li ber avahiya televîzyona RTS li hev civiyan û hewldana girtina televîzyonên xwe protesto kirin. Qisekeran gotin, "Şîrketa Eûtelsatê bi destê Erdogan xizmetê ji DAIŞ'ê re dike" û diyar kirin, hewldana girtina televîzyonên gelê Kurd, bi ti awayî li feraseta demokrasiyê nayê.

Qisekeran ragihandin, ku li pêşberî van pêkanînên antî demokratîk ew ê xwedî li televîzyonên xwe derkevin. Di dawiya çalakiyê de heyetekê dosyayek li ser mijarê radestî rayedarên televîzyona RTS kirin.

MANCHESTER

Li bajarê Manchester ê Îngilîstanê, li ser banga Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Northwestê, Kurdistaniyên ji bajarên Lîverpool, Manchester û Galler a Bakur, çalakiyek lidar xistin.

Çalakî li ber avahiyên BBC û ITV'ê pêk hat û bi qasî 80 kes tevlî bûn.

BRUKSEL

Li paytexta Belçîka Brukselê, bi tevlîbûna endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîtan û Yekîtiya Jinên Sosyalîst, li ber Stasyona Centralê çalakiyeke protestoyî hate lidarxistin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Erdogan" hatin qîrîn, belavok hatin xwendin û hatin belavkirin.

HÎLDESHEIM

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê, endamên NCDK'ê li ber dêra St. Jakobî çalakiyek pêk anîn.

Ji NCDK'ê Hediye Denîz li vir axivî û diyar kir, Eûtelsat bi dewleta Tirk re hevkariyê dike û dixwaze weşana televîzyonên me bisekinîne. Denîz li dijî vê hewldanê bang li her kesî kir ku bikevin nava liv û tevgerê.

Denîz got, "Televîzyonên me, çav, ziman, guhê me ne. Çanda me ne. News Channel, Stêrk TV û Ronahî TV ku dengê gel in, wê ti carî bêdeng nebin."

KLEVE

Hewldana Eûtelsatê ya ji bo girtina televîzyonên Kurd, li bajarê Kleve yê Elmanyayê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Li ser banga Meclîsa Gel a Kleve, Kurdistanî saet di 17:00 de li navenda Kleveyê li hev civiyan û bi dowîz û pankartên xwe bi rengekî bêdeng meşiyan.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, biryara Eûtelsatê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de belavokên ji aliyê NCDK ve li ser mijarê hatibûn amadekirin, hatin belavkirin.

Çalakgeran dan xuyakirin, ku ew vê hewldana ji bo bêdengkirina çapemeniya azad ti carî qebûl nakin û xwestin, Eûtelsat ji biryara xwe ya sansurkirina televîzyonên Kurd vegere.

Di dema çalakiyê de komeke faşîst hewl da provokasyonê bike, lê pêşî li vê hewldanê hate girtin.