Çalakiyên ji bo Ocalan li Ewropayê dewam dikin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomînin.

BÎRMÎNGHAM
Li herêma Bîrmîngham a li bakurê Îngilîstanê, Kurdistanî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan. Çalakgeran xwestin, ji bo ewlekarî û tenduristiya Ocalan tavilê heyetek biçe Îmraliyê.
Çalakger piştre tevlî rûniştina doza Josh Walker bûn, ku li nava refên YPG'ê têkoşiya û piştî ku li Tirkiyeyê hate girtin, vegeriya Îngilîstanê.
KOPENHAGEN
Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, çalakiyên ji bo Ocalan dewam kirin. Bi pêşengiya ciwanan, zarokan nepox belav kirin. Ciwanên ku li asansora li lûnaparkê siwar bûn, posterê Ocalan bi vê derê ve kirin.
MARÎGNANE
Kurdên li bajarê Marîgnane yê Fransayê, bi heman armancê li gara Aîxsê li hev civiyan. Azaz Şirnex bi navê çalakgeran li vir axivî û got, "Divê em ji bo azadiya Rêber Apo li qadan bin. Roj roja xwedîderketina li Rêbertî ye."
Di çalakiyê de ji bo xwepêşandana roja Pêncşemê ya saet 14:00 a li meydana Canabîere banga tevlîbûnê hate kirin.