Çalakiyên DGH'ê yên li Îzmîrê
Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ragihand, li Îzmîrê wan pênc kargeh şewitandine.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ragihand, li Îzmîrê wan pênc kargeh şewitandine.
DGH'ê diyar kir, di çarçoveya pêngava 'Serî Hilde' de yekîneya wan a bi navê 'Şehîd Nazelîn Korkût' li Îzmîrê çalakî kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, "19'ê Mijdarê saet 3'an yekîneya me ya Şehîd Nazelîn Korkût a Tolhildanê, li navçeya Bergama ya Îzmîrê 4 dikanên li bajarê antîk ê Bergamayê şewitandin. Di encamê de her pênc dikan bi temamî îmha bûn."
DGH'ê ragihand, çalakî li dijî êrîşên li hemberî gelê Kurd hatine kirin.