Çalakiyên 'Dest nede TV ên min' li Ewropayê deng vedidin

Biryara sekinandina weşana Stêrk TV, Ronahî TV û News Channelê, ku ji aliyê şîrketa peykê ya Fransayê Eûtelsatê ve hate dayîn, li gelek bajarên Ewropayê hate şermezarkirin.

Biryara sekinandina weşana Stêrk TV, Ronahî TV û News Channelê, ku ji aliyê şîrketa peykê ya Fransayê Eûtelsatê ve hate dayîn, li gelek bajarên Ewropayê hate şermezarkirin.

HANNOVER: Kurdistaniyên li eyaleta Nîedersachsen a Elmanyayê dijîn, li bajarê Hannoverê meşek lidar xistin. Di destpêka meşê de Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Hannoverê Ciwan Çewlik axivî. Meşê piştî deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û bi qasî 500 kesên beşdar bûn, hevkariya RTUK û Eûtelsatê şermezar kirin. Çalakî li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê qediya.

STÛTTGART: Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Elmanyayê (NAV-DEM), bi heman armancê meş û mîtîngek hate organîzekirin. Di çalakiyê de logoyên televîzyonên Kurd hatin hildan û Eûtelsat hate şermezarkirin. Her wiha piştgirî ji akademîsyen Nûriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça yên li Stenbolê ji bo karê xwe di greva birçîbûnê de ne û piştgirî ji Kemal Gun ê di operaysona leşkerî de kurê wî jiyana xwe ji dest da û ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe di greva birçîbûnê de ye, hate dayîn. Li ser navê partiya Dîe Lînke Heîke Haensel di mîtîngê de axivî û diyar kir, hewldana giritna qenalên televîzyonê yên Kurd, êrîşa li azadiya çapemeniyê ye û Eûtelsat şermezar kir.

FRANKFÛRT: Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, ji aliyê NAV-DEM'ê ve meşek hate lidarxistin û Kurdistanî û dostên wan ên li eyaletên Hessen û Saarlandê dijîn tevlî çalakiyê bûn. Meşê ji ber Haûptbahnhofê dest pê kir û çalakgeran pankartên bi nivîsa "Dest nede Rojava û Şengalê", "Na ji dîktatoriya Erdogan re" hatin hildan û dowîzên "Dest nede Stêrk TV, News Channel û Ronahî TV" hatin vekirin. Meşê heta meydana Romer dewam kir. Mîtînga li vê derê jî piştî deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Ji Dîe Lînke Jan Schalaûske, Dr. Mîchaîl Mîlk, nûnerên ÎAB, YXK axivîn û xwestin, ev biryara antî demokratîk a li dijî çapemeniya Kurd tavilê bê betalkirin.

HAMBÛRG: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarên Hambûrg, Bremen û Kîel ên Elmanyayê dijîn, li hambûrgê meşiyan û biryara Eûtelsatê şermezar kirin. Beriya destpêkirina meşê, parlamenterê Partiya Çep ê Hambûrgê Martîn Dolzer li ber HBF a Hambûrgê axivî û got, bi girtina televîzyonên bi kedeke mezin a gelê Kurd ava bûne re, bêhurmetiyeke mezin li vîna gelê Kurd tê kirin. Dolzer got, "Xwestina girtina televîzyonan û qedexekirina flamayên YPG'ê bi fermana Erdogan hatiye kirin" û anî ziman, bi biryareke wiha re dewletên Ewropayê hiqûqa xwe binpê kirine. Dolzer xwest, tavilê ji vê şaşitiyê vegerin. Meşa ku hejmara jin û zarokan gelek bû, bi mîtîngekê qediya.

OREBRO: Hevkariya hikumeta AKP'ê û şîrketa peykê ya Fransayê Eûtelsatê ya ji bo girtina qenalên televîzyonê yên Kurd, li bajarê Orebro yê Swêdê bi xwepêşandanekê li navenda bajêr hate şermezarkirin. Li vê derê daxuyaniyek hate dayÎn û ji hikumeta Swêdê û saziyên medya Swêdê hate xwestin, ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser azadiya çapemeniyê derkevin û xwedî li medya Kurd derkevin.

BASEL: Şîrketa Eûtelsatê li bajarê Basel ê Swîsreyê bi çalakiyekê hate şermezarkirin. Girseya gel bi pêşengiya Dem-Kurdê li Kaserneyê li hev civiyan û şîrketa Eûtelsatê şermezar kirin. Li ser navê girseya gel Hevseroka Dem-Kurdê Elîf Îşcan belavoka bi Elmanî xwend. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin hildan.

MÎLANO: Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê, Kurdistanî û dostên wan li meydana Tiyatro li hev civiyan. Çalakgeran diyar kirin ev biryar Eûtelsatê ne hiqûqî û faşîzan e. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "News Channel, Stêrk TV, Ronahî TV dengê berxwedanê yê Kurdan e" hate hildan.

TORÎNO: Navnîşana çalakiya li bajarê Torîno yê Îtalyayê, meydana Castello bû. Gelek welatiyên Îtalyayê jî beşdarî çalakiyê bûn. Rojnamevan Gîûseppe Mîsûraca li çalakiyê axivî û bang li raya giştî ya navneteweyî kir, ku dawî li polîtîkaya înkar û tinekirinê ya dewleta Tirk a li dijî Kurdan bîne.

FÎRENZE: Li bajarê Fîrenze yê Îtalyayê, biryara Eûtelsatê bi meşekê hate şermezarkirin. Meşê ji meydana Santa Marîa Novella dest pê kir û heta ber Konsolosxaneyên Amerîka û Fransayê dewam kir. Çalakî bi dayîna daxuyaniya çapemeniyê qediya.