Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd, li Stenbol û Mêrsînê çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’ hatin lidarxistin. Di çalakiya li Stenbolê de gelek kes hatin binçavkirin.

‘DENG BIDE AZADIYÊ’

Çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk didomin. Di vê çarçoveyê de li Mêrsîn û Stenbolê bi dirûşma “Deng bide azadiyê” çalakî hatin lidarxistin. 

MÊRSÎN

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi gel re hate gel hev. Hevdîtin li Daristana Aştiyê ya 68’iyan ê li navçeya Toroslarê hat lidarxistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu û gelek kes tevlî bûn. Di hevdîtinê de nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî azadiya jinê hatin xwendin.

Parlamenter Oduncu got ku ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtîgehan divê çalakî û xwepêşandan bidomin. Oduncu, diyar kir ku ji bo aştiyê divê Abdullah Ocalan azad bibe û wiha domand: “Em îro di çarçoveya kampanyaya ‘Deng bide azadiyê’ de hatin gel hev lê divê ev hevdîtin zêdetir bibin. Divê ev fikr û raman belav bibin. Divê fikrên me, fikr û ramanên hevalên me di nava civakê de hebin.”

STENBOL

Xizmên girtiyan ên Stenbolê jî li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” lidar xistin. Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî û gelek kes tevlî bûn. Çalakvan ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Zubeyde Înce ya DEM Partiyî di çalakiyê de wiha got: “Navên tevahiya kesên fermanan didin we niha bi çeteyan re tên bilêvkirin. Tevek jî di nava çeteyan de ne.”

Girseya ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. Gelek kes hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê. Hat zanîn ku Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz jî hatiye binçavkirin.

Polîsan nehiştin rojnamegerên dîmenan bikişînin.

ÇALAKIYA XWENDINÊ

Tevgera Jinên Azad (TJA) jî li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya li Beyoglûyê bi sernavê “Divê li dijî pirsgirêkên civakî çi were kirin” çalakiya xwendinê li dar xist. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre jî aktîvîsta TJA’yê Dîlan Geyîk got ku gava ewil a xwendinan li Marmarayê destpê kiriye û dê li gelek deveran bidome.

Geyîk, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pêde çû: “Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dikikn û tişta ku têkoşîna me zindî dihêle û mezin dike jî ev e.”

Di çarçoveya çalakiyê de mijarên bi sernavên “Hevjiyana azad” û “Sosyalîstbûn ji ewil girêdayî bicihanîna asta hevjiyana azad e” hatin xwendin.

Piştî xwendinan jî nîqaş hatin kirin.