Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê: Sedan kes li pêşiya CPT’yê ne

Piştî çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê ku daxwaza bi lezgîn heyetek ji Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence (CPT) biçe Îmralî serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan bike hate destpêkirin û şûnde, girse bi komî çûn pêşiya CPT’yê.

Îro bi daxuyaniya çapemeniyê re li qada pêşiya Konseya Ewropa (KE) û CPT’yê çalakiya rûniştinê destpê kir.

Bi dehan saziyên Kurd, Tirk û yên din li gel kesayetên berniyas ku tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn û şûnde bi sedan kes ber bi avahiya CPT’yê ve meşiyan. Girseya bi dirûşmên ji Ocalan re azadî gihiştin pêşiya avahiya CPT’ê, bang kirin ku divê bi lezgîn heyetek biçe Îmralî û têkildarî ewlehî û tenduristiya Ocalan agahiyek bide û ev fikar û metirsî bidawî bibin.

Di daxuyaniya çalakiya ji aliyê polîsan ve ewlehiyeke mezin hatiye girtin de, hate diyarkirin ku divê CPT li gorî rêziknameya xwe erkên dikeve ser milan bi lezgînî bi cih bîne. Di axaftinên bal kişand ser nûçeyên provakatîf ên li hemberî ewlehî û tenduristya Ocalan de, li dijî vê neketina nava ti hewledanan bi zimanekî tund hate şermezarkirin.

Piştî daxuyaniyên hatin kirin girseyê li pêşiya avahiya CPT’yê çalakiya rûniştinê lidar xistin.

Girseya ku çalakiya rûniştinê dewam dike, heyeta ku hate avakirin jî ji bo bi nûnerên KE û CPT’yê re pêk bîne çûn avahiya KE’yê.