Çalakiya rûniştinê ya ku bi daxwaza heyetekê ji Komîsyona Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) a girêdayî Konseya Ewropa (KE( ya ji bo lêkolînkirina ewlehî û tenduristiya Ocalan biçe Îmraliyê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hatibû destpêkirin bi çalakiyên cuda dewam dike.
Îro di çarçoveya çalakiyê de semînera bi mijara “Rêbertî û Jin” semînerek hate dayîn. Semîner ji aliyê Zîlan Dersim ve hate dayîn. Çalakvan îro jî carekî din ber bi avahiya CPT’yê ve meşiyan, çalakiya rûniştinê pêk anîn û daxwazên xwe anîn ziman.
Nûnerên saziyên hunermend û siyasetmedar tevlî çalakiya rûniştinê bûn, destek dan. Her wiha Taxima Kurd a li Lîga Eyaleta Saarland a li bajarê Saarbrucken a Elmanyayê dilîze komek ji Serok FC Kandîl Mehemt Karaoglan, lîstikvan û rêveberan pêk dihatin,piştgirî dan çalakiyê.