Çalakiya li Strasboûrgê 47 roj li pey xwe hişt
Li Strasboûrgê çalakiya ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 47 roj li pey xwe hişt.
Li Strasboûrgê çalakiya ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 47 roj li pey xwe hişt.
Çalakiya rûniştinê ya di roja 47’emîn de ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi provokasyona polîsan dest pê kir.
Polîs serê sibê zû hatin cihê çalakiyê û bi awayekî provokatîf xwestin ala PKK û alên din werin rakirin. Polîsan bi gotinên wekî “Eger hûn bi xwe ranekin, em ê bi xwe werin û wan alan hemûyan rakin” çalakger tehdît kirin.
Ev helwesta polîsan rastî nerazîbûna çalakgeran hat. Çalakgeran daxwaza polîsan red kir û gotin: “Em ji bo daxwazekê hatine vir. Em dixwazin ji Ocalan agahiyê bistînin. Heta ku em ji Ocalan agahiyê negirin, em ê ne alên xwe û ne jî konê xwe ranekin û em ê çalakiya rûniştinê bidomînin.”
Li ser vê biryardariya çalakgeran, polîsan paşde gav avêtin û ji cihê çalakiyê veqetiyan. Piştî wê jî çalakgeran bi biryardariyeke mezin çalakiya xwe domandin.
Piştî nîvro ji bajarên Swîsre Basel, Bîel, Luzern û ji gelek bajarên Elmanyayê Kurdistanî hatin û tevlî çalakiyê bûn. Saet di 14’an de ji cihê çalakiyê heta ber deriyê CPT’ê meş hate lidarxistin. Kurdistaniyan bi meşê careke din bal kişandin ser girîngiya Ocalan û xwestin CPT biçe Îmraliyê. Kurdistaniyan diyar kirin ku heta ku CPT biçe Îmraliyê ango rê li ber hevdîtinekê veke, ew ê çalakiya xwe ya li vir bidomînin.