Çalakiya greva birçîbûnê ya dibin pêşengtiya parlamenterên HDP’ê û hevşaredaran ji bo Efrînê li pêşiya Ofîsa Netewên Yekbûyî ya li Cenevreyê di 19’ê Adarê de destpêkirîbû, duh di roja 11’an de koma PYD’ê dewir girt. Çalakiya greva birçîbûnê didome.
Çalakgeran bi pankartên li qada NY vekirîn bal kişandin li ser bêdengiya hêzên navetewî û NY li dijî dagirkerî û qikirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê. Bi dirûşmeyan banga ketina tevgerê li NY hate kirin.
Tevî barîna barana zêde çalakiya greva birçîbûnê dom kir û bi dehan Kurdistanî û dostên wan serdana çalakgeran kirin. Di heman demê de bi marşên berxwedanê Berxwedana Serdemê hate silav kirin.
‘BINGEHÊ DEMOGRAFIYA HERÊMÊ DIGUHERÎNIN’
Çalakgeran daxwazên gelê Efrînê anîn ziman û diyar kirin ku NY di bêdengiya xwe de bi israre. Daxwaz ji NY hate kirin ku dev ji piştgirîdayîna dagirkeriyê berde û guh bide daxwazên gelê Efrînê. Çalakgeran her wiha diyar kirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê dixwazin bingehê demografiya herêmê biguherînin.
Berdevka PYD’ê ya Ewropa û çalakgerê greva birçîbûnê Zozan Derik, Mohammed Oma û Sûat Efrînê têkildarî çalakiyê ji ANF’ê re axivîn.
DERIK: DIVÊ NY JI BO VEGERÊ ROL BILEYZE
Berdevka PYD’ê ya Ewropa Zozan Derik bal kişand li ser bûyerên li Efrînê û got ku ew ji bo hêzên navnetewî û NY bikevin nava tevgerê dest bi greva birçîbûnê kirine û wiha got; “Îro em li pêşiya NY û li vir carek din bang dikin; bila bibin bersiva daxwazên gelê me. Gelê me yê ku ji Efrînê koçber bûyîn dixwazin paşve vegerin. Lê belê gelê me tenê dikare dibin kontrola NY de vegere malên xwe. Divê NY demildest bikeve nava tevgerê, dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bîne û di vegera gelê me ya ji bo Efrînê de jî rolê xwe bileyze.
‘PÊWÎSTE DAWÎ LI BÊDENGIYA XWE BÎNIN’
Derik got Ewropa û NY hiqûqa navnetewî tine dihesibînin û ji bûyerên li Efrînê re bêdeng dimînin. Derik wiha domand; “Erdogan îro qirkirinê li ser gelê me pêk tîne. Cîhan jî bê denge, pêwîste çavên xwe vekin bûyerên li Efrînê bibînin û li dijî artêşa Tirk bikevin nava tevgerê. Hemû cîhan komkujiyên li Efrînê baş dibîne lê bêdengiya xwe didomînin, divê dawî li vê bêdengiyê bînin. Em bi vê çalakiya xwe bang li cîhanê dikin ku li dijî komkujiyên Kurdan bêdeng nemînin.”
Herî dawî Zozan Derik got heya çalakiya li pêşiya NY encam negre wê bidome û ji bo Efrînê banga serhildanê li hemû kesê kir.
ONA: EW XAK YA ME YE, BILA HER KES VÊYA BAŞ BIZANE!
Çalakgerê greva birçîbûnê Mohammed Ona jî hebûna NY bibîrxist, daxwaz kir ku ji bo Efrînê bikeve nava tevgerê û wiha got; “Ew xak ya me ye, bila hemû kes vêya baş bizane. Em ê ti caran dagirkeriyê qebûl nekin. Em ê li berxwe bidin.
SÛAT EFRÎNE: GER TENÊ DAYÎKEK JÎ BIMÎNE EM Ê LI BERXWE BIDIN
Sûat Efrînê ya ku bi eslê xwe ji Efrînê û çalakgera greva birçîbûnê ye wiha got; “Tenê jinek, tenê dayîkek jî em bimînin em ê parastina Efrînê bikin. Bêdengiya hêzên navnetewî û NY li dijî dagirkeriya Efrînê şermezar dikim. Em xak yê me ne, em li ku bin em ê bi zarokên xwe ve li ber xwe bidin û Efrînê ji ti kesê re nehêlin. Silav ji zarokên berxwedê rû darê zeytûnan yên Efrînê.