9 şervanên YPG’ê û YPJ’ê bigirseyî sipartin axê

9 şervanên YPG’ê û YPJ’ê bigirseyî sipartin axê

Li Qamişlo û Tirbespiyê cenazeyên 9 şervanên YPG’ê yên di pevçûnên 27’ê Tîrmehê ku di navbera YPG’ê û çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nesra de qewimîbûn de jiyana xwe jidest dabûn û şervanên YPG’ê Merwan Xor ê ku di 10’ê Îlonê li gundê Til Îd ya Qamişlo jiyana xwe jidest dabû hatin definkirin.
Cenazeyên şervanên YPG’ê Kawa Osman ê bi nasnav Delîl, Eyaz Yûsif ê bi nasnav Bêkes, Mihemed Akif ê bi nasnav Zagros, Xalid Remedan ê bi nasnav Şêro, Mueyed Ebid Elkerîm ê bi nasnav Mazlûm, Merwan Xor ê bi nasnav  Xebat Cûdî û Mêrxas ji Mizgefta Qasimo ya bajarê Qamişlo hate wergirtin û bi karwanekî Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li Taxa Meyselon.
Piştî karwan gihişt goristanê merasim hate lidarxistin. Di merasim ku bi rêzgirtinê destpê kir de Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl axivî û bal kişand ser rola cangoriyan a di têkoşîna azadiyê de û got ku, şervanên YPG’ê ji bo ewlekariya herêmê û parastina hemû pêkhateyên Rojava canê xwe feda kirine. Xelîl destnîşan kir ku, çete di 11’ê îlonê de êrîşên xwe zêde kirine, lê hêzên YPG’ê bi berxwedana xwe êrîş vala derxistine.
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Elî Umer jî axaftinek kir û berxwedana hêzên YPG’ê silav kir. Piştî axaftinan cenazeyên şervanan YPG’ê bi tilîlî û diruşmeyan spartin axê.
Li Tirbespiyê jî cenazeyên şervanên YPJ’ê Ahîn Hesen a bi nasnav Jiyan Amara, Dîlan Umer a bi nasnav Vejîn Çiya û Hêvîdar Ezîz a bi nasnav Raperîn Zagros ji aliyê sedan kesî ve li goristana şehîdan hatin definkirin. Cenaze ji Mizgefta Qasimo ya Qamişlo hatin wergirtin û bi karwanekî ku ji sedan wesayîtan pêk tê birin Goristana Şehîdan a li gundê Dugur ê Tirbespiyê.
Li gorsitanê merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM Dicle Serêkaniyê axivî û da zanîn ku gelê kurd dê bi israr rêveberiya xwe ya xweser ava bike û dê li dijî êrîşan jî asta berxwedanê bilind bikin.Piştî axaftinê cenazeyên 3 şervanên YPJ’ê bi diruşmeyan spartin axê.