9’emîn Mîhrîcana Zîlan dest pê kir
9’emîn Mîhrîcana Zîlan dest pê kir
9’emîn Mîhrîcana Zîlan dest pê kir
9’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlan ya Navnetewî li bajarê Dortmund a Almanyayê li Revierpark Wischlingen dest pê kir. Mîhrîcana bi dirûşmeya ‘Sarabûn;Biryar, sînornenaskirin û azadiye’ dest pê kir. Bernameya mîhrîcanê ya dîkê jî saet di 13’an de destpê dike.
Di bernameyên din de jî konê denbêjin jin û konê wêjeyê heye. Her wiha panela bi mijara ‘Di pêvajoya çareseriyê de roja jinê pêk tê. Ji bo zarokan jî bernameyên taybet hatine amadekirin û gelek saziyên jinan yên Ewropayê jî stand vekirin. Di konên dengbêjên jin de,hinek jin teşî dirêsin û her wiha tiştên balkêş balê dikişîne. Her wiha di konê jinên dengbêj de parodiyên biçûk hatin kirin û ji bo mîhrîcanê di saetê zû yên serê sibê demên xweş derbas kirin.
HEYVA SOR BO ROJAVA ALÎKARÎ BERHEV DIKE
Li aliyê din Heyva Sor a Kurdistanê jî stand vekir. Di çarçoveya kampanyaya ji Rojava re Alîarî de alîkarî bên berhevkirin û eleqeyek mezin dibîne. Buroya Aştiyê ya Jinên kurd a Navnetewî, Navenda Hevdîtina Jinan a Utamara, Weqfa Jinan a Navnetewî, Newaya Jin, Weşanên Mezopotamya û Muzîka Mîr jî stand vekirin.
ARMANCA UTA TIPA ALTERNATÎF PÊŞ BIXÎNIN
Di konê wêneyê yê mîhrîcanê de, Mînoca Morres û Ekîn Rumet wek axaftineker tevli bûn. Panel di bin moderastoya Aysel Avesta Aydin pêk tên, nivîkara pirtûka ku jiyana Uta Scheînberger û Andrea Wolf tê vegotin ya Monîa Moress axaftinek ir. Morres beşek ji pirtûka xwe wend û got projeyên Uta ya pêşvebirian tipa alternatîf hebû û got hewl dide li çiyayê Kurdistanê vê bike jiyanê. Ji bo vê xebat meşand lê mixabin encama qezeyekê de jiyana xwe ji dest da.
Ekîn Rumet jî ji pirtûka xwe ya helbestan a bi navê ‘Her jinek çîrokek wê heye’ helbest xwend.di bernameya sereke ya mîhrîcanê de jî dê parlamentera Amedê ya BDP’ê Emîne Ayna, endamê parlementeriya Die Linke Kuzey Ren Westfalia Ayten Kaplan, ji DGB DortmundJutta Reiter û xizmên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez dê axaftinan bikin.
Di beşa çandê de jî dê Denîz Deman, Koma Çocukrock, Natalia, Marion Schimidt, Nuarin, koma Tiliyen Sor, Lale Koçgun, Xana Zaze, Chopy dê derkevin ser dîkê.