850 girtî bi jehrê ketin

Girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1'ê ya Sîncanê hefteya derbasbûyî ji ber xwarina ku ji wan re hate dayin bi jehrê ketin.

GIRTÎ BI JEHRÊ KETIN

Girtiyên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1’an a Sîncanê tên ragirtin, ragihandin ku hefteya borî ji ber xwarinê bi jehrê ketine. Girtî Bager Sayak ê tiştên qewimîn bi rêya telefonê ji biraziyê xwe Ahmet Sayak re gotin, diyar kir ku piştî taştê gelek girtî bi jehrê ketine û ew rakirine beşa lezgîn. Sayak, bi lêv kir ku heman rewş li girtîgehên din ên di nava kampusê de jî pêk hatiye.

Malbatên girtiyên ku li Girtîgeha Vekirî ya Sîncanê tên ragirtin jî ragihandin ku herî kêm 850 girtî bi jehrê ketine.

Di rojên derbas bûyî de li girtîgehên Sîlîvrî, Kirklarelî, Amed û Pinarhîsarê jî bi heman awayî girtî bi jehrê ketibûn.