8 şehîdên aştiyê li Meletî û Îzmîrê hatin defnkirin

Cenazeyên şehîdên aştiyê yên li Enqereyê di Mîtînga Aştiyê de jiyana xwe ji dest dan bi girseyî tên definkirin.

Cenazeyên şehîdên aştiyê yên li Enqereyê di Mîtînga Aştiyê de jiyana xwe ji dest dan bi girseyî tên definkirin. Cenazeyên Umut Tan, Onur Tan, Sezen Vurmaz, Gozde Aslan, Gulbahar Aydeniz û Seyhan Yaylagul li Meletiyê û cenazeyên Ayşe Deniz û Berna Koç li Îzmirê bi girseyî hatin definkirin.

MELETÎ

Di 10'ê Cotmehê de bi deh hezaran aştîxwazan ji 81 bajarên Tirkiyeyê berê xwe dan Enqereyê û xwestin Mîtînga Aştiyê pêk bînin. Di meşa mîtîngê de êrîşên bombeyên zindî pêk hat û 128 kes hatin qetilkirin û zêdeyî 600 kes jî birîndar bûn. Cenazeyên Umut Tan, Onur Tan, Sezen Vurmaz, Gozde Aslan, Gulbahar Aydeniz û Seyhan Yaylagul li Meletiyê û cenazeyên Ayşe Deniz û Berna Koç li Îzmirê bi girseyî hatin definkirin.

Li Meletiyê di merasîma cenazeyên Onur Tan, Sezen Vurmaz, Gozde Aslan û Gulbahar Aydenîz de bi deh hezaran kes meşiyan û bi girseyî cenaze defin kirin. Wekîlên HDP'ê, Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, endam û rêveberên HDP, DBP'ê jî beşdarî cenaze bûn. Girseyê bê navber dirûşmên, "Şehîd namirin" û "Qatil AKP" berz kirin. Piştî Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Îsmet Yilmaz hat û xwest beşdarî merasîmê bibe girseyê êrîşî wî kir û ew qewirand. Cenazeyên Aydenîz, Aslan û Vurmaz li Goristana Bajar û cenazeyên Umut û Onur Tan jî li goristana Taxa Ugrak a Yeşîlyurtê hatin definkirin.

ÎZMÎR

Li Îzmirê jî cenazeyên Ayşe Deniz û Berna Koç ji aliyê deh hezaran kesan ve hatin definkirin. Cenazeyê endama Mala Gel a Îzmîrê Berna Koç birin Mala Gel a Konakê û li vir merasîm hat amadekirin. Bi hezaran kes beşdarî merasîmê bû. Nûner û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û wekîlên CHP û HDP'ê beşdarî merasîmê bûn. Piştî merasîm û axaftinan cenazeyên Koç û Denîz li Goristana Dogançayê bi dirûşman hat definkirin.