8 sal ceza li cîgirê berê yê şaredara Wêranşarê hate birîn

Dadgehê 8 sal û mehek ceza li cîgirê berê yê şaredara Wêranşarê Mehmet Bûrûn birî.

Ji ber xebatên KCD’ê bi angaşta “endamtiya rêxistinê” 8 sal û mehek cezayê girtîgehê li Mehmet Bûrûn hate birîn Bûrûn piştî girtina şaredara demê ya navçeya Wêranşarê ya Rihayê Leyla Guven bûbû cîgirê Leyla Guven û 4 salan ev peywir bi rê ve biribû.

Mehmet Bûrûn 5 sal bûn girtibûn û danişîna biryarê ya doza wî li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê hat dîtin. Dadgehê, bi hinceta xebatên KCD’ê bi angaşta “endamtiya rêxistinê ye” 8 sal û mehek cezayê girtîgehê li Bûrûn birî. Her wiha dadgehê biryar da ku girtina Bûrûn bê berdewamkirin.