70 rojnamevanan li ser peywirê jiyana xwe ji dest dan

70 rojnamevanan li ser peywirê jiyana xwe ji dest dan

Di rapora Komiteya Parastina Rojanmenûsan a ku Navenda wê li New York’ê ye ragehand ku di sala 2013’an de 70 rojnamevanan li ser peywirê jiyana xwe ji dest dane. Komîteyê diyar kir ku li Sûriyê 28, Iraqê 10 û Misirê jî 6 rojnamevanan jiyana xwe ji dest daye.

Di rapora komîteyê a ku li ser malpera xwe ya înternetê weşandî de, diyar kir ku welatên di sala 2013’an de ji bo rojnamevanan bi metirsî bûn Sûriye, Iraq û Misir bûn.

Rêxistinê bal kişande ser gelek rojnamevanên ku li Pakîstanê, Somalî, Hindistanê, Brezilya, Fîlîpiniyan, Malî û Rûsyayê dema li ser peywirê bûn jiyana xwe ji dest dane. Ji rojnamevanên ku îsal jiyana xwe ji dest dayîn ji sedî 36’ê wan di şeran yan jî gûleyên ji aliyê tersda dihatin, ji sedan 20 jî di demên ku peywirên xweyên li cihên metirsî de pêk di anîn de jiyana xwe ji dest dane.

Komiteyê ragehand ku di 2013’an de jî 211 rojnamevan hatine girtin. Alîkarê Rêveberê Komiteya Parastina Rojnamevanan Robert Mahoney diyar kir ku Rojhilata Navîn ji bo rojnamevanan weke ‘herêmekî mirinê’ lê hatiye û îfadeyên weke ‘ji bo hemû civakên navnetewî, hemû hikûmetan û komên çekdar pêwiste rêzdarî bidin statuya rojnamevanan a sivîl û ji bo kujerên rojnamevanan derbixin pêş edaletê pêwiste zext li ser bêne kirin.”

Komîteya ku ji sala 1992’an ve mirinên rojnamevanan di şopîne ku 40 hezar rojnamevanan jiyana xwe ji dest dane, di sala 2012’an de 74 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dabûn.