7. rûniştina doza 'KCK'ê ya Stenbolê dewam dike
7. rûniştina doza 'KCK'ê ya Stenbolê dewam dike
7. rûniştina doza 'KCK'ê ya Stenbolê dewam dike
7. rûniştina doza 'KCK'ê ya Stenbolê ku 94 jê girtî 205 siyasetmedarên kurd tên darizandin li 15. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê, bi parastinê dewam dike.
7. rûniştina doza 'KCK'ê ya Stenbolê ku 205 siyasetmedarên kurt tên darizandin li 15. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Kampusa Silivrî dest pê kir. Di rûniştina dozê de 87 jê girtî 5 siyasetbedarên serbest tên darizandin amade bûn. Li şûna dozger Îsmail Işik Mehmet Guncel amade bû. Der barê guhertina serokê dadgehê de jî agahî nehat dayîn. Destpêkê endamê BDP'a Stenbolê Mehmet Selim Çelik parastin kir. Çelik, anî ziman ku hemû îdîa ne rast in û ew endamê BDP'ê ye. Çelîk, da zanîn ku 26 salin li Stenbolê ye û 13 salin di heman karî de dixebite. Çelik, anî ziman ku 3 salan li telefona wî hatiye guhdarîkirin, lê rastî tiştekî sûc nehatine. Çelik, anî ziman ku ew beşdarî civînên BDP'ê bûne û ew civîn jî ne îlegal in. Çelîk, da zanîn ku îdîaname bi hişmendiya polîsan hatiye amadekirin.
Rûniştina dozê bi parastina Çelik berdewam dike.