69 wekîlên Parlementoya Ewropayê ji bo Tirkiyeyê hişyarî dan

69 endamên Parlementoya Ewropayê name ji Nûnerê Taybet ê Polîtîkayên Ewlekariyê û Karên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borelle re nivîsandin û gotin, “Divê kirinên AKP’ê yên li dijî hiqûqê neyên tolerekirin.”

Li Parlementoya Ewropayê Tifaqa Azad a Keskan/Ewropa, Koma Demokratên Sosyalîst û Demokrat (S&D) Çepa Kesk Îskandînav-Çepa Girtî jî tê de, 69 parlementerên gelek fraksiyonên cihê name ji Nûnerê Taybet ê Polîtîkayên Ewlekariyê û Karên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borelle re nivîsandin.

Di nameyê de qala van tiştan hate kirin:

“Pergala seroktiyê ya Tirkan, rêgeza darizandina serbixwe qels kir. Êrîşên bêhiqûq ên hikumeta Tirk bi tenê berê xwe nade demokrastiya parlementer. Hevşaredarên HDP’ê bi awayekî bêhiqûq ji peywirê hatin stendin û li şûna wan “walî û qeyyûm” hate peywirdarkirin. Ji hilbijartina 31’ê Adara 2019’an û heta niha ji nav 65 şaredariyên HDP’ê, 46 şaredarî hatine desteserkirin

DI ÊRÎŞÊ DE KESÊN SİVÎL HATIN KUŞTIN

Ji xeynî êrîşên hewayî yên artêşa Tirk a li ser Şengal û Kampa Mexmûrê de, ji ber operasyona di 14’ê Hezîranê de ya li dijî Başûrê Kurdistanê jî fikarên me zêde dike. Di 23’ê Hezîrana 2020’an de li Kobanê bi droneyan êrîşek hate kirin, gelek sivîl hatin qetilkirin û birîndarkirin.

Tirkiye endamê NATO û Konseya Ewropayê ye. Ji bo Yekîtiya Ewropayê jî welatekî endam e.Divê ev kirinên wê yên li dijî normên demokratîk ên hiqûqa navneteweyî û neteweyî neyê tolerekirin. Em bang li we dikin ku li dijî rejîma otokratîk a Erdogan têkevin nav hewldanan.

Li hemberî van êrîşkariyên ku li dijî Yekîtiya Ewropayê jî tê kirin, nabe ku em ne çalak bin.

Em ji komîsyonê dixwazin ku ji xeynî van êrîş û zextan ji bo bidawîkirina êrîşên li dijî hiqûqê jî, bila wekî zextên ekonomîk û bi armanc gavên lezgîn û şênber biavêje.”