6'mîn rûniştina doza KCK'ê a Stenbolê pêkhat
6'mîn rûniştina doza KCK'ê a Stenbolê pêkhat
6'mîn rûniştina doza KCK'ê a Stenbolê pêkhat
6'emîn rûniştina doza KCK'ê ya 97 jê girtî 205 siyasetmedarên kurd tên darizandin li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê berdewam kir. Rêveberê BDP'ê yê Stenbolê yê berê Cahît Ozmaya, diyar kir ku 2 salin girtî ye û yekem car li salona dadgehê mafê parastinê digire. Rûniştina dozê dê sibê dîsa berdewam bike.
6’emîn doza sereke ya Stenbolê ku 97 jê girtî û 205 siyasetmedar kurd û aktivîstên mafên mirovan tên darizandin, li 15'iemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya Saziya Înfaz û Ceza ya Sîlîvriyê îro bi dawî bû. Rûniştina dozê bi parastina endamê Meclisa BDP'ê Mustafa Avci, Rêveberê BDP'ê yê Stenbolê yê berê Cahît Ozmaya û Endama Meclisa Jinê ya BDP'ê Ayşe Haci Mirzaoglu, berdewam kir. Ozmaya, di parastina xwe de diyar kir ku 2 salin girtî ye û yekem car li salona dadgehê mafê parastinê digire û wiha got: "Ji ber vê yekê ez dixwazim bi baldari bêm guhdarkirin. Ez di 2009'an de bûm endamê DTP'ê. Di sala 2010'an de bûm rêveberê BDP'ê yê Stenbolê. Ez ji bo xebata rêxistina BDP'ê dixebitîm.
Di heman demê de min xebatên xwe yên şîrketê jî dikir. Piştî hilbijartina giştî ya 2011'an ez ji peyvira xwe qetiyam. Hemû xebatên min aşker û legal bû. Hemû îdîayên der barê min de ne rast in.
Piştre îdîayên der barê Endama Meclisa Jinê ya BDP'ê Ayşe Haci Mirzaoglu de hatin amadekirin hatin xwendin. Mirzaoglû jî piştî xwendina delîlên der barê wê de parastin kir û hemû îdîa red kirin.
Piştî parastinan serokê heyeta Dadgehê Ali Alçik, jî diyar kir ku ji niha û şûnde dê 2 heyet dozê bimeşînin û dê êdî herî zêde hefteykê navberê bidin rûniştinê dozan. Heyetê heta sibê navber da rûniştina dozê.
Sibê rûniştina dozê dê bi îfadeya Serokê BDP'ê yê Umraniye yê berê Erman Ergin berdewam bike.