6’emîn Rojên Fîlmên Kurdî ya Hamburgê bi dawî bû
6’emîn Rojên Fîlmên Kurdî ya Hamburgê bi dawî bû
6’emîn Rojên Fîlmên Kurdî ya Hamburgê bi dawî bû
6’emîn Rojên Fîlmên Kurdî ya Hamburgê bi fîlmên ‘Xal û Xwarzî’ û ‘Buka Baranê’ bi dawî bû. Mîhrîcana ku diyariyê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çile de li Parîsê hatin qetilkirin, hat kirin, ji aliyê Navenda Jinan a Nujiyan û YXK’ê ve hat organîzekirin.
Destpêkê fîlmê bi navê ‘ Xal û Xwarzî’ ku li Bakurê Kurdistanê ji aliyê Zekeriya Aydogdu ve hat kişandin û her wiha lîstikan Nazmî Kirik, Gulsen Turan, Îsmet Kaya û Kemal Ulusoy dilîstin hat nîşandan. Di fîlm de çîroka xal û xwarziyekî ku di pevçûnekê de li hev dixin tê vegotin.
Piştre belgefîlma bi navê ‘Buka Baranê’ ku Dîlek Gokçe derhêneriya wê kir, hat nîşan dan. Di belgefîlmê de salên 90’î yên gundiyên Berîfcan ya Geverê tê vegotin.
Piştî nîşandana Bûka Baranê, Gokçîn pirsên temaşevanan berisand. Gokçîn da zanî ku travmayên şerê 30 salî hêj didomin û got ev belgefîlm ji bo kesên li aliyê din yê Firatê dijîn, cudahiyek çêbibe çêkiriye. Ji komîteya Tertîp Anja Flach, jî ji bo her kesê ku keda wan derbas bûye spas kir.
Derhêner Veysî Altay, Garîp Çelîk û Bîlal Bulut jî vexwendiyê mîhrîcanê hatibûn kirin û di çarçoveya rojên fîlman de li taxa Sternschanze di sînameya 3001’ê de bi giştî 13 fîlmên metraja kurt, dirêj û belgefîlm hatin nîşandan. Bernameyê fîlmên kurd ya ku YXK’ê organîze kir, di rojên pêş de dê li Munîch û Frankfurtê bidome.