5 meh cezayê girtîgehê li wekîlê berê yê HDP'ê Onder hate birîn

Dadgeha Ceza ya Asliye ya 4'emîn a Amedê bi îdîaya "Biçûkxistina hikumet û dewletê" 5 meh cezayê girtîgehê li parlamenterê berê yê HDP'ê Sirri Sureyya Onder birî.

Parlamenterê berê yê HDP'ê ku piştî mafê wî yê destnedanê ahte rakirin hate destgîrkirin, beriya niha bi hinceta gotinên xwe yên li dozgeriyê ku gotibû "Rabirdûya Erdogan bi guman e" hatibû darizandin û bi sûcdariya "Heqareta li Serokkomar" ceza lê hatibû birîn.

Parlamenterê berê yê HDP'ê vê carê ji ber heman gotinên li mîtînga partiya xwe ya li navçeya Baglarê ya Amedê kete ber dozê.

Di dozê de ku bi îdîaya "biçûkxistina dewletê, hikumetê û organên dadgeriyê" Dadgeha Ceza ya Asliye ya 4'emîn a li Amedê 5 meh cezayê girtîgehê li Onder birî û eşkerekirina hikum jî taloq kir.