44 Parlamenterên Iraqê îstifa kirin
44 Parlamenterên Iraqê îstifa kirin
44 Parlamenterên Iraqê îstifa kirin
Ji parlamenta Iraqê 44 parlamenterê sunî, bi sedema serdegirtina hêzên ewlekariyê yên Iraqê li kampeke bajarê Ramadî îstifa kirin. Polîs û leşkerên Iraqê duh avêtibûn ser kampeke li nêzî bajarê Ramadî ku tê gotin biryargeha leşkerî ya El Qaîdeyê ye.
Li parlamenta Iraqê ji lîsteya Mutehidûn ku wek lîsteya Suuniya tê naskirin şevê din weke nerazîbûn li dîjî destwerdana hêzên ewlehiyê yên Iraqê ya li dijî xwepêşandana bajarê Ramadî nameya dest ji berdana kar radestî serokê Meclîsê kirin.
Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî hatin biestixstin, heta niha di pevçûnên li herêmê de herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Hat ragihandin ku polîs û leşkerên Iraqê, di encama lihevkirina hêzên ewlekariyê yên Iraqê, lîderên olî û reîsên eşîrî de duh avêtibûn ser kampeke li bajarê Ramadî ku tê gotin biryargeha leşkerî ya El Qaîdeyê ye.
Kamp beriya salekê li dû protestoyên civata Sunnî ava bûbû. Protestoyan par, bi girtina parêzvanên wezîrê aliyê destpê kiribûn. Di nava girtiyan de karsaz Rafeh El Îssawî jî hebû. Îssawî yê ku bi terorîzmê tê sûcdarkirin, îdîa dike ku hikûmet bi awayekî cidî polîtîkayeke cihêkar dimeşîne.
Serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malîkî di 22'ê Kanûnê de daxuyaniyek dabû û bang kiribû ku kamp were rakirin. Malîkî ragihandibû ku li dû avabûna vê kampê, bi demê re veguheriye biryargeha leşkerî ya El Qaîdeyê.