4 girtiyên ku di girêva birçîbûnê de bûn mişextî kirin

Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê, 4 girtiyên ku di girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de bûn hatin mişextîkirin.

4 girtiyên siyasî yên ku ji 8’ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi daxwaza ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe, operasyona li ser gundan û binpêkirinên li girtîgehan bi dawî bibe dest bi girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn mişextî girtîgehên cuda kirin.

Kesên ku hatine mişextîkirin ev in: Veysî Esen, Salih Özer, Engîn Tirak û Erkan Atrak in. Nayê zanîn bê ka girtî bi kû ve birin.

Girêva birçîbûnê ya Wanê ev 25 roj in didome.