4'ê Nîsanê li Saratovê hat pîrozkirin

Kurdistaniyên li bajarê Saratovê dijîn, ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev kom bûn.

Li navçeya Krasnatût a bajarê Saratov ê Federasyona Rûsyayê, 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Pîrozbahî ji aliyê Komîteya Çanda Kurd a Krasnakûtê ve hat organîzekirin û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.

Di pîrozbahiya li avahiya çandê de, tevî rêveberên Kurd her wiha rêveberên meclîsa bajar û navçeyê, nûnerên Otonomiyên Çandê yên Kazak û Ermenî û parlamenterên herêmê amade bûn.

Serokê Otonomiya Çanda Kurd a Krasnakûtê Ramazan Bûdakov li ser wate û girîngiya rojê axivî û got, "Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd ne tenê lîderek e, di heman demê de nûnerê jiyana nû ye. Lewma em vê rojê weke rojbûna gelê Kurd pîroz dikin."

Li dû axaftinan pasta rojbûnê hat birîn û piştre li ber stranên hunermendên herêmî û dahol û zirneyê govend hat gerandin.