34’mîn salvegera PKK’ê li Norwecê hate pîroz kirin

34’mîn salvegera PKK’ê li Norwecê hate pîroz kirin

34’emîn salvegera damezirandina PKK’ê li paytexta Norvec Oslo û bajarê Stavanger bi şahiyan hat pîroz kirin.

Bi armanca 34’mîn salvegera Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê li paytextê Norweçê Oslo û Stavangerê şahiyên pîrozbahiyê hatin li darxistin.

Di pîrozbahiya li Oslo ku êvara roja înê pêk hat, piraniya wan jin û ciwan bi sedan kes beşdar bûn. Salona kû pîrozbahî lê pêk hat, bi rengên kesk, sor û zer, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kadroyên pêşeng yên PKK, alên PKK, KCK, PJAK û PYD hatibûn xemilandin. Her wiha pankartên bi zimanê Norveçî weke, ” Ji Ocalan re Azadî, Kurdistan re statûya siyasî, ji şoreşa Rojava re silav’ hatibun daliqandin.

Pîrozbahî ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistan û cîhanê bi deqeyek

rêzgirtinê û sirûıda netewî Ey Reqîp destpê kir.Di vê şahiya Kurdistaniyan da, peyam û pîrozbahiyên ji rêxistinan hatibû şandin hatin xwendin. Serokê Meclisa Gel a Oslo birêz Dilêr Akreyî axaftinek kir û li ser girîngiya wateya damezirandina PKK’ê di dîroka Kurdistanê de û her wisa li ser şoreşa wê tevgera netewî a 34 salan berfireh anî ziman. Akreyî salveger li Rêberê tevgerê û hemû gelê Kurd pîroz kir

û banga xwedî derketina têkoşînê li gelê Kurd kir.

Peyama PJAK jî ji aliyê berpirsê komîta PJAK ya Norwecê birêz Osman Abdi ve hate xwendin. Di peyama PJAKê da pîrozbahî li Rêber Apo û hemû hevalan hate kirin û her wisa bang li gelê Kurd hate kirin ku li berxwedana Rojava xwedî derkevin.

‘TERORÊ DEWLETA TIRK DI MEŞÎNE’

Serokê partiya Sor (RODT) ya Norwec, Bjørnar Moxnes(Moksnes) jî di nav

pîrozbahiyê da bû û li ser navê partiya xwe axaftinek kir. Moxnes axaftina xwe bi ”Rojbûna we pîroz be” despêkir û salvegera 34`emin ya PKK lihemû

şoreşgerên cîhanê pîroz kir û anî ziman ku, ew her tim xwe weku dostên herî nêz yên PKK dibînin û ev dostanî dê berdewam be.

Moxnes li ser bûyerên di rojeva Kurdan de û şerê Gaza bêdengiya hikumeta Norwec rexne kir û got ku, “Li şûna sersaxî bidine gelê Filistiniyan yên ku di bombebranan da jiyana xwe dest dane, lê dibêjin Israel mafê xwe parastinê heye. Gelo heta kengê

em gereke gotina Amerîka hertim pêk bînin û di bin fermana wan de bin?

Moxnes di berdewamiya axaftina xwe de diyarkir ku, “Cima hertim dibêjin pirsgirêka Kurd. Na li vir pirsgirêka herî mezin ya terrora dewleta Tirke ku gelê Kurd weku

milet û netwe qebul nake. Em gereke bêdengiya raya Norwec li ser terrora

dewleta Tirk zêtetir agahdar bikin û axaftina xwe bi "bijî Kurdistan" dawî lê anî.

Her wiha sînevîzyoneke ku têkoşîna PKK’ê bi axaftinên Rêberê Gelê Kurd

Ocalan vedigot hat nîşandan. Pişt re hunermendên weke Hozan Kawa, Qadir

Essa, Nejman Sindî û komên herêma Oslo derketin ser dikê û gel coşandin.

Şev bi govendê bi dawî bû.

STAVANGER

Li bajarê Stavanger jî heman pîrozbahî êvara şemî pêk hat û bi sedan

Kurdistanî beşdarî vê şahiyê bun.

Di bernama şahiya Stavanger da Hozan Kawa, Qadir Essad, Hozan Yilmaz û

Govenda Zarokan a koma Nemrut beşdar bûn.