31 KESK’î hatin girtin

31 KESK’î hatin girtin

Ji rêveber û endamên girêdayî KESK’ê û di 19’ê Sibatê de hatibûn binçavkirin, 31 kes hatin girtin.

Ji 55 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin duh 30 ji wana sewqî Edliyeya Çaglayanê kirin. Piştî îfadeyên li dozgeriyê ji KESK’iyan 5 kes serbest hatin berdan û 25 kesên din jî bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Dadgehê di derbarê 19 kesan de biryara girtinê da. 6 kes jî li dadgehê serbest hatin berdan.

Navên kesên hatine girtin wiha ne: Ejder Erbulan, Îbrahîm Sonmez, Nazmiye Kaya, Ozlem Kutuk, Ayşe Tuncer, Bêrîvan Dogan, Dûrsûn Dogan, Mehmet Puremîş, Mehmet Sari, Nazîfe Onay, Nûrsel Tanriverdî, Omer Açik, Sevîm Kayhan, Sînan Eşiyok, Songul Coşkûn, Uluş Erdûran, Velî Zengîn, Yalçin Duzgun û Yuksel Almaz.

Çav lê ye 25 kesên din jî îro sewqî edliyeyê bikin.

Li Enqereyê jî Kanan Serbest, Leyla Dûrmaz û Meryem Helîk ji ber rewşa wan ya tenduristiyê bi fermana dozgeriyê serbest hatin berdan.

Li Dîlokê 3, Hatayê 10, Eskîşehîrê 1, Kutahyayê 1 serbest hatin berdan.

Ji sê kesên li Çanakkaleyê hatin binçavkirin Makbûle Çaglar serbest hate berdan û 2 kes jî hatin girtin.

Li Balikesîrê ji 6 kesan 3, li Mêrsînê 2 û Meletiyê jî 5 kes hatin girtin. Sekreterê Şaxa Egîtîm Senê ya Sêwasê ku li Meletiyê derxistin edliyeyê serbest hate berdan.

Di 19’ê Sibatê de li 28 bajaran li dijî endamên KESK’ê di bin navê “DHKP-C” de operasyon hatibû li darxistin û zêdetirî 160 kesan hatibûn binçavkirin.