3 zarokên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin

3 zarokên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin

Di agirê ku li Kuçukçekmeceya Stenbolê de derket de  ji 5 zarokên ku jiyana xwe ji dest dan 3 li Mêrsinê hatin definkirin.

Li Kuçukçekmeceyê di agirê ku di qata 4’an a avahiyê de derket zarokên bi navê Omer Bahçî (4) û çêwikên 6 salî yên bi navê Aylîn û Hîlan Bahçî jiyana xwe jid est dan û duh anîn navçeya Toroslara Mêrsînê û birin goristana Guneykent.

Xizmên zarokan cenaze li ser milê xwe birin heta goristanê.  Cenazeyên zarokan ligel hev hatin definkirin. Bav û dayika Omer Bahçî û her wiha dayika çêwikan Fazil û Zeynep jî tevli merasima cenazê bûn.

Li taxa Kanarya cadeya Florya kolana Çaylakkuşu  di avahiyekê de katê 4’an de agir derket û Elîf Ertan ku jehrî bû, zarokên wê Nîsanura 7 mehî û Fatmagula 5 salî jî tê de, bi giştî 5 zarokî jiyana xwe ji dest da bû.