3 welatiyên birîndar yên Rojava anîn Wêranşarê

3 welatiyên birîndar yên Rojava anîn Wêranşarê

Piştî çeteyên El Nusra bi çekên giran êrîşî gundên Cafa û Neddas kirin, li ser bersiva YPG'ê ku şerên dijwar qewimîn hîn jî berdewam dikin. 3 hemwelatiyên Rojavayî yên birîndar bûn anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşar. Hat diyarkirin ku welatiyê bi navê Azîz ê rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Çeteyên El Nusra duh bi şev êrîşî gundên kurdan ên bi navê Cafa û Neddas ên li ser xeta Tirkiye-Rojava ku girêdayî Serêkaniyê kirin û li ser vê yekê şerên dijwar ku rû dan berdewam dike. Sê hemwelatiyên Rojavayî yen ji ber şer birîndar bûn vê sibehê destpêkê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê û paşê ji wir sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşar hatin kirin. Li gorî agahiyên herêmê, endamên çeteyên El Nusra yên li gundên Dîrdara û Matbaa bi cih bûne duh bi şev bi çekên giran û hewanan êrîşî gundên bi navê Cafa û Neddas kirine. Dengên gulleyan û hewanan ku bi rehetî ji Serêkaniyê tên bihîstin sê hemwelatiyên Rojavayî yên di ji ber şer birîndar bûn di sînorê Tirkiyeyê re destpêkê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê û paşê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşar hatin kir û li wir tên tedawîkirin.

Bi bersivdayîna YPG'ê ya heman kêliya êrîşê re ku şer dijwar bû û heta niha didome, Serêkaniyê jî nesîbê xwe ji hewanên ku çeteyên El Nusra bi kar tînin, girt. Gulleyeke roketê ya ji aliyê çeteyên El Nusra li ser Rêya Riha li dîwarê malekê ket lê neteqiya. Dîsa gulleyeke hewanê jî ku ji aliyê çeteyên El Nusra hat bikaranîn li zewiyekî gundê Altin ê girêdayî Serêkaniyê ket û teqiya, gulleyeke din jî li eraziya vala ya di navbera gundê Altin û Yenîkoy ket û ew jî

Der barê şerên ku ji şevê din ve berdewam dike heta niha tu agahiyeke zelal nehatiye bidestxistin. Ligel wê li ser sînorê Tirkiyeyê tedbîrên awarte hatin girtin.

Hat diyar kirin ku welatiyê bi navê Azat ku rakirin Nexweşxaneya Wêranşarê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Serokê BDP'a Serêkaniyê Husnî Kiliç, diyar kir ku rewşa birindaran giran e û li nexweşxaneyê kes eleqeder nabe û wiha got: "Rayedar diyar dikin ku li nexweşxaneyên Riha, Dilok û Amedê cih tune. Dema ku endamên çeteyên El Nusra birîndar dibin ji bo wan balafiran dixin xizmetê. Wan bi balafiran dişînin Enqereyê. Lê dema welatiyên sivîl birîndar dibin kes bi wan eleqeder nabe û wan davên wê holê.